Skip to Content

Nûtirîn agahî derbarê rewşa Sûriyê

Desthilata Sûriyê û rewşa ewlehiyê welat li kanûna 2024 guheriye. Me nûtirîn agahî li vê rûpelê weşandine ku çawa rewşa Sûriyê tesîrê li mişteriyên Daîreya koçberan dike. Biryardana li ser dawayên derbarê parastina navneteweyî bo xelkê Sûriyê bo heyama çend mehan hatibû rawestandin lê biryardan niha dîsa di hemû cûreyên îqameyan de didome. Çunkî biryardan hatiye domandin, êdî ev rûpel bi awayekî çalak nayê nûkirin. 

Dawîn car ev rûpel 25/9/2025 hatiye nûkirin.

Biryarên derbarê parastina navneteweyî

Dawayên penaberiyê

Daîreya koçberiyê biryardana li ser dawayên penaberiyên yên xelkê Sûriyê didomîne.
Biryardan ji ber guherîna rewşa ewlehiyê ya Sûriyê ji kanûna 2024 heta tebaxa 2025 hatibû rawestandin.
Daîreya koçberiyê yan polîs te ji biryarê agadar dike

Eger te biryareke erênî li ser dawa xwe ya penaberiyê wergirtibe, tu dê yek ji van mafan wergirî

  • penageh anku statuya penaberiyê,
  • parastina pileya duyem,
  • îqame ji ber sebebeke din.

Li ser rûpela Biryara erênî zêdetir bixwîne

Eger li ser bingehê prastina navneteweyî îqame nedin te, Daîreya koçberiyên adeten li gel biryara neyînî herwiha biryara vegerandinê jî dide. Eger te îqame li Fînlandayê hebûye yan îqameya te ya heyî were betalkirin, Daîreya koçberiyê biryara derxistinê dide te.
Hevdem Daîreya koçber adeten heyameke 30 rojî dide te ku divê bi dilxwazî ji welat derkevî. Eger wê demê ji welat dernekevî, polîs dikare te derxe.
Li ser rûpela Biryara neyînî û Derxistina ji welat zêdetir bixwîne

Dawayên din

Biryardan jixwe pêştir li ser van dawayan hatiye domandin:

  • Îqameyên berdewam û îqameyên herdemî yên wergirên parastina navneteweyî.
  • Dawayên derbarê pasportên biyanî û belgenameyên seferkirinê yên penaberan.
  • Dawayên têkilî malbatê yên îqameya yekem ku tê de li gel sebebên qebûlkirinê herwiha sebebên qebûlkirina mafê parastinê jî tê nirxandin.

Dawayên derbarê parastina navneteweyî

Dikarî ji karbidestên sinor yan ji polîs dawa penaberiyê bikî.

Eger dawa domandina îqameyê li ser bingehê penaberiyê yan parastina duyem bikî, dawa xwe pêşkêş bike berî ku îqameya te ya niha bi dawî bibe. Eger di dema diyarkirî de dawa domandina îqameyê bikî, mafê te yê karkirinê qut nabe. 

Hevpeyivînên penaxwaziyê

Me ji tebaxa 2025 ve hevdîtinên penaberiyê bi awayekî normal domandine.

Daxwazên leandinê

Eger te sala 2023 dawa penaberiyê kiribe, meşandina dawa te li Daîreya koçberê tê pêşxistin. Çunkî dawa jixwe tên pêşxistin, bi şandina daxwazên lezandinê dawa bileztir nayên meşandin. 

Eger hewceyî alîkariya gotûbêjan bî

Telefona qeyranî ya rêxistina MIELI ry bi fînlandî (mieli.fi) bi şev û roj bersiv dide +358 9 2525 0111. Alîkarî bi inglîzî jî tê pêşkêşkirin. Li ser malpera MIELI ry zêdetir bixwîne.

Navenda qeyranê ya MIELI li Helsinki alîkariya gotûbêjên demkurt bo rizgarbûna ji qeyranan pêşkêş dike. Zêdetir bixwîne: MIELI Crisis Centre Helsinki – MIELI ry (mieli.fi).

Eger li navendeke pêşwazîkirina penaxwazan qeydkirî bî, têkilî bi karmend yan peristarên navendê re deyne. Eger li bajarekî qeydkirî bî, dikarî alîkariyê ji navenda tenduristiyê ya wî bajarî wergirî. Eger li xwendingehekê bî, dikarî alîkariyê ji derûnnas, rêberên xwendingehê yan peristarên wê wergirî.

Di haletên lezgîn yên qeyranî de telefona lezgîn 112 bike.

Vegerîna dilxwazane

Xelkê Sûriyê mafê alîkariya vegerîna dilxwazane yan alîkariya vegerê ya ku herêmên xweşguzeranê didin heye. Derbarê alîkariya ku herêmên xweşguzeraniyê pêşkêş dikin ji beşa Dikarî bo vegerîna Sûriyê alîkariyê wergirî bixwîne.

Dawa te ya penaxwaziyê niha çalak e

Eger biniyet î vegerî Sûriyê, divê dawa xwe ya penaxwaziyê betal bikî.

Şîretan ji rûpela Betalkirina dawayê bixwîne.

Parastina te ya navneteweyî li Fînlandayê heye

Eger parastina te ya navneteweyî hebe û bo daîmî vegerî welatê xwe, dikarî dawa bikî ku îqameya te were betalkirin.

Eger xwedî parastina navneteweyî bî û bixwazî bo hetahetayî vegerî welatê xwe, dikarî dawa bikî ku îqameya te were betalkirin. Bi forma ”Daxuyaniya vegerîna welat” daxuyaniyê bide Daîeya Koçberan. Hingê parastina te tê fesxkirin.

Şîretên derbarê betalkirina îqameyê ji rûpela Betalkirina îqameyê û fesxkirina parastinê ji rûpela Fesxkirina penaberiyê û parastina navneteweyî bixwîne.

Dikarî bo vegera Sûriyê alîkariyê wergirî

Herêmên xizmetan dikarin alîkariya vegera te bo Sûriyê bikin eger tu bi resmî li bajarekî qeydkirî bî. Dikarî dawa alîkariya vegerê ji xizmetên civakî yên herêma xwe vbikî. Dikarî agahiyan ji dosyeya Hyvinvointialueet (pdf) bibînî. Alîkariya vegerê ya herêmên xizmetan van tiştan dihundirînin:

  • Xerciyên vegerê û seferkirinê. 
  • Xerciyên zerûrî bo peydakirina belgenameyên hewce yên seferkirinê. 
  • Xerciyên din yên bo sefera vegerê zerûrî.
  • Wek alîkariyeke vegerê ya pereyî bo kesên ku bi tenê vedigerin herî zêde 1 187,1 euro û bo malbatan herî zêde 2 374,20 euro ye. 

Herwiha herêmên xizmetan di sazkirina sefera vegerê de şîret û alîkariyê dikin. Bo ku bikarî ji herêma xizmetan dawa alîkariyê bikî, divê pêşî ji Daîreya Koçberan dawa betalkirina parastina xwe ya navneteweyî bikî.

Dawakirina alîkariyê ji herêmên xizmetan wiha dimeşe:

1.    Têkilî bi herêma xwe ya xizmetan re deyne. Dikarî şîret û alîkariyê bixwazî eger dil dikî vegerî.
2.    Dawa alîkariya vegerê ji herêma xwe ya xizmetan bixwaze.
3.    Herêma xizmetan biryar dide ka alîkariyê dide te yan na.
4.    Herêma xizmetan di merheleyên cuda de şîret û rêberiya te dike.

Eger hejmara dilxwazên vegerîna Sûriyê pir be, dikarin bo vegerê firîneke taybet were girtin. Di rêkxistina firîna taybet de polîs alîkariyê dikin.

Eger dawa te ya penaxwaziyê hê berdewam be û tu li navenda pêşwazîkirinê dijî, nikarî dawa alîkariyê bo xerciyên vegera xwe bikî.

Peydakirina belgenameyên seferkirinê

Wiha dikarî bi xwe dawa belgenameyên seferê bikî:

  1. Bi emailê têklî li gel sefareta Sûriyê ya li Stockholmê bike.
  2. Di peyama xwe de bibêje ku hewceyî belgenameyeke seferê yî bo seferkirina bo Sûriyê.
  3. Li gel peyamê kopiyeke pasporta ya nasnameya xwe ya kevn ya Sûriyê bişîne. Eger te ti ji wan herduyan tine bin, di mesaja xwe de wê ji sefaretê re bibêje.

Sefaret dê hevpeyivîneke telefonî bi te re bike û piştrast bike ku tu biniyet î bi dilxwazî vegerî Sûriyê. Ne hewce ye ku sefer bikî Stockholmê.

Sefaret dikare belgenameyeke seferkirinê ya demkî bide te ku bo heyama 30 rojan e. Belgename bi posteyê dişînin mala te.

Dikarî agahiyên têkilîdanînê ji malpera balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê bibînî.