Hoppa till innehåll
Våra tjänster

Pirsên gelek caran kirî li ser dema birêvebirina dawanameyên mafê penaberiyê

Maneya dema birêvebirina herî dirêj çi ye?

Li gor qanûna nû dawanameyên mafê penaberiyê yên 20.7.2018 yan piştî hingê teslîmkirî divê herî dirêj di 6 mehan de bên birêvebirin.

Guherandina qanûnê li ser çi dawanameyan e?

Wacibê dema birêvebirinê li ser wan dawanameyan e ku 20.7.2018 yan piştî hinge hatine teslîmkirin. Dema birêvebirinê ji hingê ve tê hejmartin ku dawaname teslîmî polîs yan sinorparêzan hatiye kirin.

Guherandina qanûnê ne li ser çi dawanameyan e?

Guherandina qanûnê ne li ser wan dawanameyan ku berî 20.7.2018 hatine teslîmkirin yan dadgeha îdarî vegerandine.

Çi li dawanameyên berî 20.7.2018 teslîmkirî û yên dadgeha îdarî vegerandî diqewime?

Dawanameyên berî 20.7.2018 teslîmkirî nakevin ber dema herî dirêj bo birêvebirinê ya 6 mehî. Lê ew dawaname jî hevdem li gel dawanameyên 20.7.2018 yan piştî hingê teslîmkirî tên birêvebirin.

Gelo birêvebirina dawanameyên pist_î 20.7.2018 dikare ji 6 mehan dirêjtir be?

Li gor qanûnê dema birêvebirinê dikare ji 6 mehan dirêjtir be di van haletên de:

Biryar divê di 15 mehan de were dan, eger

1) mijar ji aliyê vekolînê yan huqûqî ve gelek pirsên dijwar an aloz tê de hebin;

2) hejmareke mezin yan welatiyên hinek welatên sêyemîn yan kesên bêwelat hevdem daxwaza mafê penaberiyê bikin û loma birêvebirina babetên wan bi kirdarî gelek dijwar be ku di dema diyarkirî ya şeş mehan de bên meşandin;

3) gîrobûn bi zelalî ji ber hindê be ku dawakar bi xwe alîkariya ronkirina dawanameya xwe nekiriye.

Biryar divê di 18 mehan de were dan, eger bo misogerkirina vekolîneke maqûl û rewa li ser

dawanameya bo wergirtina mafê penaberiyê yê navneteweyî pêdivî bi demeke dirêj hebe.

Biryar divê dîsan jî di heyama 21 mehan de were dan, eger li welatê jê hatî rewşeke nezelal hebe û ji ber hindê ne mumkin e ku biryar di demên li pêştir diyarkirî de were dan.

Divê mirov çi bike eger birêvebirina dawanameya piştî 20.7. teslîmkirî zêdeyî 6 mehan vekêşe?

Ne hewce ye ku mişterî bi xwe têkiliyê li gel Daîreya Koçberan deyne. Daîreya Koçberan dê bi nivîskî bo mişterî ragihîne ku birêvebirina dawanameyê dê gîro bibe û texmîneke nû ya dema birêvebirinê bide.

Pa eger texmîna dema birêvebirinê ya dawanameya berî 20.7.2018 borîbe?

MIşterî di lêpirsîna mafê penaberiyê de bo dawanameya xwe texmîneke dema birêvebirinê werdigire. Eger dema texmîn ya di lêpirsînê de bibore, mirov dikare dema çaverêkirî ya birêvebirinê li ser malpera Daîreya Koçberan bi hejmêrka dema birêvebirinê bihejmerê: www.migri.fi.

Herwiha parêzerê huqûqî yê mişterî yan karmendên navenda pêşwazîkirina penaxwazan dikarin têkiliyê li gel Daîreya Koçberan deynin eger pêdivî hebe.